Mem Ararat

Dilo Ez Bimrim

Bi dengê: Mem Ararat
Diyalekt: Kurmancî
319
Dilo ez bimrim dilo hawar li vê buharê
Li vê buharê dilo hawar li vê buharê
Hêsir çavê min dilo meş in weke baranê
Weke baranê dilo hawar, weke baranê
Mirin pir xweş e keko heyran li milkê bavê
Milkê merdan e bira hawar, milkê mêran e

Dilo ez bimrim dilo hawar li vê payîzê
Li vê payîzê bira hawar li vê payîzê
Kurdo werin bi hev re bigrin em bigrin lezê
Em bigrin lezê bira hawar em bigrin lezê
Mirin pir xweş e keko hawar bi merd û cezê
Bi merd û cezê bira hawar, bi merd û cezê
Mirin pir xweş e keko heyran li Kurdistanê
Li Kurdistanê bira hawar li Kurdistanê