Ewel sehere seher sedayê minî xerîbemalîw ezê her gêjim
Eger feqêyan le medresan dexwênin
We min be bê birîn xwên derêjim
Gelî biraderîne min herçendî dekem lewê konednyayê
Qasdêkî be mitmanim we dest nakewê bînêrme kin bejnê barîkû dû çawî belek
Rastî dilî xomî le bo bibêjim
Wey lê sehere
Be dûta wêlim seltû sewade
Kolan be kolan cade be cade
Neşmîley çawciwan
Peçeket lade peçet lade
Şermî pê nawê
Peçeket lade peçet lade
Perçemî lûlit xistuwe be lada
Lencew lareket wek perîzade
Şermî pê nawê
Peçeket lade peçet lade
Şermî pê nawê
Pêçeket lade pêçet lade
To le zor hatû çoy, germû bê ’arî
Wey ne xo win kirdin ’ezîzim wa be yekcarî
Ne xo win kirdin ey hawar wa be yekcarî
To elêy dujminit kewtote ber dest
Yarî pê ekey çawekem be destî enqest
Dwênê ta direng çawerêm kirdî
Kwêrayîm dahat hewrî lar boç raneburdî
Min gelê cwanim dî hatin têperîn
Hemû bo yarî xoyan pêkenîn
Wey hemû bo yarî xoyan pêkenîn
Tenha min nebê ey hawar be çawerwanî
Gwahîm be rojû hewrî lar be rêbwar hanî
Kwêrayîm dahat hewrî lar boç raneburdî