Mihemed Mamlê

Be Hewran Payîze Ayşîlê Maman û Sed Birya Yar Lêre Baye

Bi dengê: Mihemed Mamlê
Diyalekt: Soranî
301
Be hewran behare ayşîlê boxom
Dexwênin kewbare pêm nîye birom
Yarkolêm lê dyare her xom rencerom

Be hewran payîze ayşîlê maman
Dexwênin azîze pêm nîye birom
Yarkolêm lê zîze her xom rencerom

Be hewran zistane ayşîlê maman
Kirêwe borane wêm de şemaman
Yarkolêm mîwane destî minit daman

Derwêşû xoşxiwanû axaye
Qutabîw mîrzaw melaye
Têkram nardûne tikaye
Bew şertey bêye redaye
Sed birya lêre baye

Dilî pir derdim qet bê xem nabê
Ew diley dadim bê xem nabê
Esîrim kengê şemal dê
Ewa cêjne lêy mibarek bê
Sed birya yar lêre baye
Dile zelîl bî bo le kolî
Zûxawim le dilî helqolî
Derdî wî debme bin gilî
Sed birya yar lêre baye

Ewşo nebû şewê dwênê
Be xeyal çûme medînê
Xizmet perîzadey çînê
Sed birya ew qise rast baye

Be qur’aney lêy dexwênim
Lîmut le baxel derdênim
Nemirim be zorît destênim
Sed birya ew qise rast baye

Helm girin be çwar destan
Bimben bo kûçey çawmestan
Şînim bo biken hezardestan
Sed birya yar lêre baye