Mem Ararat

Evîna Du Çiya

Bi dengê: Mem Ararat
Diyalekt: Kurmancî
306
Min go ez Ararat im, tenê û tenha
Te go ez jî Sîpan im, berf û derya
Berfa min ji benda mayîna te helîya
Ewrekî çavê te bim, hêsir bim yarê yarê
Hêsir bim sozdare
Ewrekî çavê te bim, hêsir bim yarê yarê
Hêsir bim sozdarê

Ma pêkan e em jî dilşa bin yarê?
Li rûkala axayê ve dinyayê
Lerizî payiza min li pelê darê
Lerizî kevrê sebrê, lerizî yarê yarê
Lerizî sozdarê
Lerizî kevrê sebrê, lerizî yarê yarê
Lerizî sozdarê

Kî dibê çiya nagihêjin hev yarê?
Ba tê baran tê pê re silav tê
Ji baskê balindeyan bêhna yarê tê
Tu hebî wez namirim, tu hebî yarê yarê
Tu hebî sozdarê