Cemal Muftî

Ey Mutrîbî Herîfan 2

Bi dengê: Cemal Muftî
Diyalekt: Soranî
317
Le gulê le sûre gulê le narincê le turincê
Le lîmoyê male min malî babî mine ey hawar

Wey be ’am şer’ê xoyan debirdewe kin pîre şewbayê
Pîre şewbayê mal wêran delê eger eminit bizanim
Çi herfan lêk bidem
Şitaqman bew xaley nîne kewetanê le suretî leylayê

Emin nawêrim dengû sedayê xerîbe mal wêraney xom helênim
Leber bejnêke bilîndû çawê belek bibête metirsû hawar xaflete

Kurd delê memkê ew baban wêraney le bo min bimênê
Bewan fexfûrê kewetanê le hemû cêgakan pêy dexonewe
Qawe legel herame şerbetan
Ay le min way

Emin be gerekê jêrêda deçmewe xwarê le hemû derû cîranan depirsim
De axo şew çi mecale
Ax le bot ba nemênim
Kîj delê hetîwe lawe mecalê nîweşewêm lê beserçûyne
Dem leser naskê rûmetim helbigre wey besim şemamew şemamebendî baxelan bidwêne

Ey mutrîbî herîfan dest ke be nexmexwanê
Awazî toye bo dil wa defi’ eka xemanê

Bom lê de çengû ’ûde remze le ya wedûde
Ba kwêr bê em hesûde em sirre ba nezanê
Ey mutrîbî herîfan dest ke be nexmexwanê
Awazî toye bo dil wa defi’ eka xemanê

Mutrîb be sazû ney bê saqî be camî mey bê
Ta ’aczî me tey bê rû bikeyne şadumanî
Le ’aczî me tey bê rû bikeyne şadumanî
Ey mutrîbî herîfan dest ke be nexmexwanê
Awazî toye bo dil wa defi’ eka xemanê