Em rojî salî tazeye, newroze, hatewe
Cejnêkî qewmî kurde bexoşîw behatewe
Çend sal gulî hîway ême pê pest bû takû par
Her xwênî lawekan bû gulî alî newbehar
Em rojî salî tazeye, newroze, hatewe
Cejnêkî qewmî kurde bexoşîw behatewe
Ew renge sûre bû ke le asoy bilindî kurd
Mijdey beyanî bo gelî dûrû nizîk ebird
Em rojî salî tazeye, newroze, hatewe
Cejnêkî qewmî kurde bexoşîw behatewe
Wa roj helat le bendenî berzî wilatewe
Xwênî şehîde rengî şebeq şewq edatewe
Em rojî salî tazeye, newroze, hatewe
Cejnêkî qewmî kurde bexoşîw behatewe
Newroz bû agir
êkî wehay xiste cergewe
Lawan be ’eşq eçûn be berew pîrî mergewe
Em rojî salî tazeye, newroze, hatewe
Cejnêkî qewmî kurde bexoşîw behatewe
Ta êste rûy nedawe le tarîxî mîlleta
Qelxanî gulle singî kiçan bê le helmeta
Em rojî salî tazeye, newroze, hatewe
Cejnêkî qewmî kurde bexoşîw behatewe
Pêy nawê bo şehîdî weten şîwenû girîn
Namirin ewane wa le dilî mîlleta ejîn