Em rojî salî tazeye, newroze, hatewe
Cêjnêkî konî kurdan bexoşîw behatewe
Pêy nawê bo şehîdî weten şîwenû girîn
Namirin ewaney wa le dilî mîlleta ejîn
Em rojî salî tazeye, newroze, hatewe
Cêjnêkî konî kurdan bexoşîw behatewe
Ew renge sûre bû ke le asoy bilindî kurd
Mujdey beyanî bo gelî dûrû nizîk ebird
Em rojî salî tazeye, newroze, hatewe
Cêjnêkî konî kurdan bexoşîw behatewe