Nasir Rezazî

Wehar Nîştiman

Bi dengê: Nasir Rezazî
Diyalekt: Kelhurî
299
Weharegem hem weharî hatû çî
Bû çewîrê la nisarî hatû çî
Wefregey salanê serdê qey peraw
Hiẅirde hiẅirde ley wehare bî we aw

Dilnya bîm î wehare tyeydinew
Tûzê xem ley derweçeyle beydenew
Diltengim ley naw şeware hayde kû?
Espû zînim bî sware hayde kû?

Pirçê zulifit er şewî bayde desim
Barê tenayî şewarim pêy besim
Wey wehareyle ke çin dilxiweş nyekem
Terkê keykû bê berê serkeş nyekem
Weharegem hem weharî hatû çî
Bû çewîrê la nisarî hatû çî
Wefregey salanê serdê qey peraw
Hiẅirde hiẅirde ley wehare bî we aw

Dilnya bîm î wehare tyeydinew
Tûzê xem ley derweçeyle beydenew
Diltengim ley naw şeware hayde kû?
Espû zînim bî sware hayde kû?

Çewîr: çinûr.
La nisar: lay sêberî çya, ew şwêney dawênê çya ke tenha tawî beyanîyan deygirêt.
Hiẅirde hiẅirde: hêdî hêdî, kem kem.
Derweç: delaqe, pencere.
Keykû: darî bê ber.
Perawû serkeş: dû şaxî herêmî kirmaşanin.

Zor sipas bo kake se’îd lemer pêdaçûnewe bem deqe.