Cemal Muftî

Pêy Nawê Bo Şehîdî Weten Şîwen û Girîn

Bi dengê: Cemal Muftî
Diyalekt: Soranî
359
Gerçî dujmin wa’ezanê min be dîlî lal ebim
Baş bizanê kuncî zîndanim qutabîxaneye
Pêy nawê bo şehîdî weten şîwenû girîn
Namirin ewane wa le dilî mîlleta ejîn

Bîrî azadîm le zîndana firawantir ebê
Qur be ser ew dujminey hîway be bendîxaneye
Pêy nawê bo şehîdî weten şîwenû girîn
Namirin ewane wa le dilî mîlleta ejîn

Çawerwanî şorşêkim ’alemê rizgar bika
Mîlletim bo ew mebeste kirdewey şêraneye
Pêy nawê bo şehîdî weten şîwenû girîn
Namirin ewane wa le dilî mîlleta ejîn

Çekî şorişgêrî min nûsînû bîrû bawere
Raperîne helmete pir ne’retey kurdaneye
Pêy nawê bo şehîdî weten şîwenû girîn
Namirin ewane wa le dilî mîlleta ejîn