Seyd Elî Serdeştî

Lade

Bi dengê: Seyd Elî Serdeştî
Diyalekt: Soranî
217
Bejnî cwanû rêkû pêkî daydenêm leser textêkî
Nayelim birwa mangêkî bew şarey nadem çawêkî
Mîwanî min bê ya rebî mîwanî min bê
Lade lade lade tuxda lade bo malî ême
Cwane her le to cwane ew gulû gwarew xezême

Bejnî cwanû naskû nermî çawî reşû xwênî germî
Hatû çûnû heyaw şermî be kurdî bendî cîgermî
Mîwanî min bê ya rebî mîwanî min bê
Lade lade lade tuxda lade bo malî ême
Cwane her le to cwane ew gulû gwarew xezême

Bejnî cwanû nerim nask hatû ço be wêney ask
Pir le bazin qolû bask piştiwên şilî kiras kesk
Mîwanî min bê ya rebî mîwanî min bê
Lade lade lade tuxda lade bo malî ême
Cwane her le to cwane ew gulû gwarew xezême

Bejnî cwanû balay berzî, hatû çûn şêwew terzî
Le milî halan biskû kezî, serû gerdin nawqew derzî
Mîwanî min bê, ya rebî mîwanî min bê
Lade, lade lade, tuxda lade bo malî ême
Cwane, her le to cwane, ew gulû gwarew xezême

Bejnî cwanû qedû bala hatû ço pir wirdexale
Çawî cwanew lêwî ale memkî wêney pirteqale
Mîwanî min bê, ya rebî mîwanî min bê
Lade lade lade tuxda lade bo malî ême
Cwane her le to cwane ew gulû gwarew xezême

Xezêm/xezêm: lûtewane