Mem Ararat

girê sîra

Bi dengê: Mem Ararat
Diyalekt: Kurmancî
266
Girê sîra bi nîsk e, lê lê lê Meyro
Gir xopanê bi nîsk e tolê ciwanê Meyro
Wa siwara îske îske, lê lê lê Meyro
Xwestiyê Meyro babelîsk e tolê ciwanê Meyro

Girê sîra bi sîr e, lê lê lê Meyro
Gir xopanê bi sîr e tolê ciwanê Meyro
Wa siwara hîre hîre, lê lê lê Meyro
Xwestiyê Meyro wezîr e tolê ciwanê Meyro

Girê sîra bi ce ye, lê lê lê Meyro
Gir xopanê bi ce ye tolê ciwanê Meyro
Wa siwara hey û heye, lê lê lê Meyro
Xwestiyê Meyro file ye tolê ciwanê Meyro

Ce, ceh: bi soranî co, bi latînî Hordeum vulgare
Babelîsk: bahoz, tofan
Tol: Ew jin yan mêr e ku ciwan e, bi cîlwe ye, dikare dilê xortan yan keçan bi asanî bidize.
File: kirîstiyan, mesîhî