Meryem Xan

girê sîra - MEYREM XAN û HESEN CIZRAWÎ

Bi dengê: Meryem Xan
Diyalekt: Kurmancî
275
Girê sîra bi nîsk e, lê lê lê Meyro
Gir xopanê bi nîsk e, tolê ciwanê Meyro
Wa siwara îskeîsk e, lê lê lê Meyro
Wa siwara îskeîsk e, tolê ciwanê Meyro
Xwestîyê Meyro bilalîsk e, lê lê lê Meyro
Xwestîyê Meyro bilalîsk e, tolê ciwanê Meyro

Girê sîra bi sîr e, lê lê lê Meyro
Gir xopanê bi sîr e, tolê ciwanê Meyro
Wa siwara hîr û hîr e, lê lê lê Meyro
Wa siwara hîr û hîr e, tolê ciwanê Meyro
Xwestîyê Meyro wezîr e, lê lê lê Meyro
Xwestîyê Meyro wezîr e, tolê ciwanê Meyro

Girê sîra bi ce ye, lê lê lê Meyro
Gir xopanê bi ce ye, tolê ciwanê Meyro
Wa siwara hey û hey e, lê lê lê Meyro
Wa siwara hey û hey e, tolê ciwanê Meyro
Xwestîyê Meyro file ye, lê lê lê Meyro
Xwestîyê Meyro file ye, tolê ciwanê Meyro
Ce, ceh: bi soranî co, bi latînî Hordeum vulgare
Bilalîsk, belalîzk: rîhane, rêhan, bi latînî ocimum basilicum,
Tol: Ew jin yan mêr e ku ciwan e, bi cîlwe ye, dikare dilê xortan yan keçan bi asanî bidize.
File: kirîstiyan, mesîhî
Spas ji bo mamoste Eyyûb Subaşî