Şehrîbana Kurdî Murad Bektaş

girê sîra

Bi dengê: Şehrîbana Kurdî û Murad Bektaş
Diyalekt: Kurmancî
336
Gir xopanê bi nîsk e tolikvanê Meyro
Wa siwara îsk û îsk e, lê lê lê lê Meyro
Wa siwara îsk û îske, tolikvanê Meyro

Xwîşka Meyro nav nîsk e, lê lê lê lê Meyro
Xwîşka Meyro nav nîsk e, tolikvanê Meyro

Girê sîra bi sîr e, lê lê lê lê Meyro
Gir xopanê bi sîr e, tolikvanê Meyro
Wa siwara hîr û hîr e, lê lê lê lê Meyro
Wa siwara hîr û hîr e, tolikvanê Meyro

Yar yar yarê lê yar yarê yarê
Yar yarê yarê lê şarê şînokê
Şarê şînokê lê xortxapînokê
Xortxapînokê lê xemrevînokê
Nîsk: Şarê şînok: Ew jin e ku şara şîn dipêçe
Xortxapînok: Ew jin e ku bi ciwanîya xwe xortan dixapîne
Xemrevînok: Ew kes e ku bi ciwanî yan jî bi qisexoşîya xwe xema mirovan direvîne, dibe.
Tolikvan: Ew kes e ku gîyayê bi navê tolik kom dike.
Tolik bi latînî Spas ji bo mamoste Eyyûb Subaşî