Îbrahîm Xeyat

Peyman

Bi dengê: Îbrahîm Xeyat
Diyalekt: Soranî
275
Ême gyanêkîn le dû cesteda
Wek şê’rû awaz le yek besteda
Dinya natwanê lêkman katewe
Meger xwa boxoy bimanbatewe

Ême perwerdey yek xolû awîn
Bo yek mebestû bo yek pênawîn
Le naw yektira twawînewe
Rêbwarî yek rêyn cya nabînewe
Ême gyanêkîn le dû cesteda
Wek şê’rû awaz le yek besteda
Dinya natwanê lêkman katewe
Meger xwa boxoy bimanbatewe

Peymanman dawe ta le jîna bîn
Bo tenha satê bê yektir nabîn
Eger lew dinyaş zîndû bînewe
Her wekû êsta yek egrînewe
Ême gyanêkîn le dû cesteda
Wek şê’rû awaz le yek besteda
Dinya natwanê lêkman katewe
Meger xwa boxoy bimanbatewe

Yek bo yektirî xorakî gyanîn
Le tenganeda bo yek qurbanîn
’eşqî pîrozî ême wehaye
Heta xwawendîş lêman rezaye
Ême gyanêkîn le dû cesteda
Wek şê’rû awaz le yek besteda
Dinya natwanê lêkman katewe
Meger xwa boxoy bimanbatewe