Hêmin Mukriyanî

Naley Cudayî

Bi dengê: Hêmin Mukriyanî
Diyalekt: Soranî
549
Saqîya! wa badewe, wa badewe
Rû le lay min ke be camî badewe
Muşterî wek min le meyxanê kemin
Zorbeyan şad û bekeyf û bê xemin
Mey herame bo sehende û bê xeman
Mestî bê xem bo çî bigirin êxeman?
Em şerabe tale dermanî xeme
Lêy heram bê ew kesey derdî keme
Em şerabe ale bo bê derd nîye
Lêy heram bê ew kesey reng zerd nîye
Bo kesêke mey: çizîlkî pêwe nê
Bo çî milhur lêre bînî pêwe nê!?
Bo kesêke mey: ke derdî karîye
Bê xemêk bîxwatewe, zordarîye
Bo kesêke mey: dilî pir bê le dax
Bo çî lêy bixiwatewe berze demax!?
Ew kesey bê kes nîye û xane xerab
Dek bejarî marî bê bade û şerab
Ew kesey neyçêştuwe derdî jyan
Ew kesey neydîwe êş û birk û jan
Ew kesey nekira nîşaney tîrî xem
Şanî danexza lebin barî sitem
Ew kesey hestî be zordarî nekird
Tîxî zordarî birîndarî nekird
Ew kesey destî le ewkê berdira
Ew kesey dujmin le malî derkira
Ew kesey neybînî hatî dujminî
Nîrî yexsîrîy le esto darnî
Ew kesey hênde nebû zwîr û zigar
Wa nekewte ber çepokî rojgar
Ew kesey neyharî berdaşî zeman
Ewkesey zîrey negeyye asman
Ew kesey dûrîy ’ezîzanî nedî
Tîr û taney bê temîzanî nedî
Tozî bedbextî leser şanî nenîşt
Lêy negîra dewrupişt û çwar tenîşt
Bo debê bêt û bika meyxane teng!?
Şwênî dîke zore bo galte û cefeng

Ew kurey hêşta le jwanê rêy heye
Seyre, zor seyre ke alûdey meye
Ew kesey rawî nenên lêre û lewê
Ew kurey maçî kiçanî des kewê
Ew kurey doy dawetî destî denê
Bête êre, çone hey dêy nakenê!?
Ew kesey destî le memkan gîr bibê
Ew kesey tiflî dilî bo jîr bibê
Ew kesey pencole bikuşê carubar
Ew kesey destî bigate gerdinî yar
Ew kesey ramûsê kulmî tasulûs
Ew kesey têy helnedabê çarenûs
Ew kesey bimjê xunawey gerdenê
Kufre yek qetre şerabî ger denê

Ew kesey asûdew û xoş raybiward
Qet xemî yexsîr û koylanî nexward
Yek le malê çawerêy bû bêtewe
Derkî nêwmalêkî lê bikirêtewe
Xemrewênêk gwê bidate razî ew
Nazenînêk bê bikêşê nazî ew
Bigrê pencey nerim û nolî naskê
Boy kirabête serînê, baskê
Heybê hêz û gurd û tîn û taw û gur
Rojgarî reş nebê, bextî mikur
Ew kese cêgay le meyxane nîye
Ew kese bade û şerabî bo çîye!?

Saqîya, wa wergerê, wa wergerê!
Rû le lay min ke, meço bo serperê
Lengerê bigre, mebe wa berzefir
Bêne bo min, bêne bo min, camî pir
Mey helale bo minî wêranemal
Bo minî sergeştew û rût û recal
Bo minî babirdeley girdenşîn
Bo minî dil pir le nasor û birîn
Bo minî awarew û dûre weten
Bulbulî bê beş le gulzar û çemen
Per werîwî, bal şikawî, deng biraw
Bê bijîwî, beş xurawî, derkiraw
Pîrî zurhanî, keniftî, derbeder
Dîde sûrî, dil mekoy derd û keser
Datepîwî, bê pesîwî bê qerar
Bê kesî, deste şikawî, kolewar
Lêw bebarî, derdedarî, rencero
Şa’îrî cwanî peristî dil beso

Saqîya! bo kwê deçî, bo kwê deçî?
Toş leber ew milhurane milkeçî?
Toş be reng û boy ewan xwardit firîw?
Çawî toşî helfirîwand zêr û zîw?
Toş degoryewe degel gewher huner?
Kengê gewher cwanî kirdin bextewer!
Zêr belaye, bê wefaye dewlemend
Her huner nemre, hunerwer merd û rend
Çilkî deste malî dinya wek delên
Malperist peyman şikêne û bê belên
Qedrî cwanî kwa dezanê malperist!
Cwanperiste pîrî xawen zewq û hest

Na meço, cwanê meço, wawe meço?
To firîwî zêr û zîwî wan mexo!
Ew hewesbazane cêy mitmane nîn
Her dezanin gul çinîn û bey rinîn
Wa were, dey wa were, nêzîk be lêm
Bimdeye mey, bimdeye mey ta delîm:
Mist mistim saqya, distim bigîr!
Ta nîftadim z pa distim bigîr!
Ca ke serxoş bûm bedengêkî newî
Bot delêm ew şê’re berzey mewlewî
Bişnu az nî çun hikayt mî kind
Az cida’îha şikayt mîkind
Gwêm deye ey dîde mestî qît û qoz!
Ta binalênim wekû bilwêr besoz
Nabê qet naley cudayî bê eser
Ca çi ney bîka çi pyawî derbeder
Boye nalem têkelî ney kirduwe
Şîwenêkim pêye ney neykirduwe

Lêm gerê ba derbirim sozî derûn
Lêm gerê ba helwerênim eşkî rûn
Şîwenî min şîwenî însanîye
Bangî azadî û girûy yeksanîye
Şîwenî min şînî kurdî bê beşe
Ew geley haşa deken lêy û heşe
Ba le zarim bêteder pişkoy şê’ir
Ba firawantir bikem asoy şê’ir
Parçe goştêke dilî min, rû nîye
Nalenalî min direnge, zû nîye
Derdî dûrî... derdî dûrî kuştimî
Derdî wişyarî û sebûrî kuştimî
Yadî yaran û wilatim roj û şew
Lêy heram kirdim qerar û xurd û xew
Xemrewênêk lêre min nakem bedî
Çon pena bo mey nebem, saqî! edî!?
Nabînim xak û wilat û şarî xom
Nabînim nasyaw û dost û yarî xom
Rû leher laye dekem namoye bom
Nabînim cêjwan û kewne lanî xom
Rû leher layê dekem bêganeye
Jîn le nêw bêganeda tenganeye
Şew dekêşim şewnxûnî û bê xewî
Roj deçêjim derd û daxî bê ewî
Çon nenalê ew diley pir hestî min!?
Çon le ejno bibnewe dû destî min!?
Çon nenalê ew dile engawteye!?
Berd le berdî bêtewe dengî heye
Janî nasorî cudayîm çêştuwe
Herçî xoşim wîstuwe cêm hêştuwe
Helbirawim min le yarî nazenîn
Derkirawim min le xakî dil nişîn
Bûme aware û perîwey dûr wilat
Kewtime nêw wirde dawî rêy necat

Bekire şofare ewî mûxey çinîm
Zîy mem û zînan wilatî lê tenîm
Kewtime nêw çalî dîlî wek memê
Yaye zîn le kwêye hawarî kemê!
Kwa qere tajdîn, çeko û ’irfo le kwên!?
Bêne hanam wek pilîngî çeng bexwên
Lase şorêk bûm xenîmî dujminan
Êste engiwawim betîrî çilkinan
Wam betenyayî lenêw xwêna şelal
Kwanê ’êl û kwanê xanzad û xezal!?
Zor lemêje nare narî minî nebîst
Herwekû şemzîn, şemîley xoş ewîst
Wek syamendê le çol û bendenê
Cergî let kirdim pelî darebenê
Şetlî cwanawim minî sarde birîn
Kwa xecim ta bom bigêrê germe şîn!?
Mangî kanûnê beçliwan derkiram
Wek biraym lew wilate rawniram
Kwa perîxan bend û bawim bo bilê!?
Bo nesûtêm nebme polûy ser kilê!?
Ew le zozan, min le aranê dejîm
Kê delê emnîş welî dêwane nîm!?

Kurdewarî, ey wilate cwanekem!
Rolekem! xêzanekem! bawanekem!
Ey ewaney qet lebîrim naçnewe
Êste bimbînin erê demnasnewe?
Rojgar harîwmî wek esponî wird
Hêz û twanay lê birîwim derde kurd
Bûme gepçar û deka galtey bemin
Ew rimûzney zendeqî çûbû le min
Ey refîqan, ey ’ezîzanî wilat
Ey biray hawsengerî cergey xebat
Ger denalênim, emin pekkewte nîm
Tê dekoşim bo wesil takû dejîm
Koşşî min zor becêye û zor rewa
Çunke qanûnî tebî’et waye, wa:
Hir kisî ku dur mand az asil xwîş
Baz cwîd ruzgar wisil xwîş
Rêge debirim, kwanê hengawim şile
Raste bê hêzim, dekem emma mile
Her depêwim kêw û şax û çol û deşt
Dêm berew kwêstan berew baxî beheşt
Dêm berew zîx û çew û kanyawî xom
Çon lewane werdegêrim çawî xom
Dêm berew ew dar û berd û bendene
Dêm berew ew bax û mêrg û çîmene
Dêm berew zûrk û telan û kend û lend
Dêm berew bijwên û zenwêr û zemend
Dêm berew panawik û hewraz û nişîw
Dêm berew eşkewt û zendol û pesîw
Dêm berew befir û çilûre û bestelek
Dêm berew şîxal û rêçke û reşbelek
Dêm berew lêr û çir û bestên û çom
Dêm berew heldêr û gêj û bend û gom
Dêm berew hobe û hewarî basefa
Dêm berew ladê, berew kangey wefa
Dêm bibînim nîştiman û zêdekem
Dêm bibînim xizim û kak û dêdekem
Dêm û degirim bazî bêrî şox û şeng
Dîm û degirim destî doy cwan û çeleng
Dêm girawîy xom le baweş wergirim
Dêm nehêlim berhelist û bergirim
Dêm û heldemjim şiney kwêstanî kurd
Dêm û deçme şewrnî bêstanî kurd
Dêm û deşkênim lewê camî şerab
Maçî şîrîn nayelê tamî şerab
Dêm û natirsim le perjînî be zî
Her perî serkewt û dêwezme bezî
Ta bimênê nûrî çaw û hêzî pêm
Dêm û dêm û dêm û dêm û dêm û dêm
Dêm heta hembê birist û bîr û hoş
Ger gilaşim, kurdewarî û êwe xoş
Serçawey deq: malperî Vejîn