Ejder Wehbî

Ey Tebîbî Eşqekey Min

Bi dengê: Ejder Wehbî
Diyalekt: Soranî
868
Ey tebîybî ’îşqekey min dey were carê bitbînim
Şeqam şeqam nema lêre em çirayey dil negêrim
Bo toye herfû şî’rekanim bo toye gişt awazekanim
Êsta le kwêy somay çawanim lêwekanit bem le lêwanim
Çawerêy em seferem nekird be bê dengî malawayît kird
’eşqekeman xeyalî xawe be bê hestû bo xoşî mawe
Zorîş nema min bimirim derdê bigirim azarî dilim biçêjim
Le dûrî to min bêkesim derdê egirim hêdî dêdî xem enoşim
Le nakawa çiroy ’umrî min demnêjêtû malawa eka
Derûnî pir le nasorî min çawekanim be firmêsk eba
Tika dekem mero gulekem lem xurbete dilim meşkêne
Azarî wa qet nabêtewe lem jyane dilim mefrêne

Ey gulekem pîrit kirdim lem xurbete dilit birdim
Pêkî meynet exomewe yadgarîyekan elêmewe
Hemû rojê be çawerwanî kûçew kolanî em şarem
Bê faydeye bo to gulekem bê wefa bûy bawanekem

Ey tebîbî ’îşqekey min dey were carê bitbînim