Mihemed Mamlê

Be Hermê Be Hermê

Bi dengê: Mihemed Mamlê
Diyalekt: Soranî
338
Erê herçen dekem xeyalan qet ew diley min nasrewê
Ca girûy girtuwe wek mindal her delê yarim dewê
Rojê sed carim lêden le kwê bî min dême wê
Ay be hermê be hermê ca deçim hermêt bo dênim
Le taranû tewrêzan kirasî kirêmit bo dênim
Be xiwayş ya be zorî dêm le babit destênim

Erê ca be her cor xot binwênî mecbûrim dême silawit
Kuştey tîxî birotim ca şehîdî herdû çawit
Ay be hermê be hermê ca be hermê gulawî
Nemirim dethênim ewsal kellem nedrûn de cawî

Erê wey nexoşim derdedarim derdekem zor girane
Ca rebî bedkar rû sya bin bo xatrî ew qur’ane
Sablaxim ba demfiroşt bo gulû gwarew lerzane
Ay be hermê be hermê ay be hermê kirûzî
Cêjwanim legel saz kird kewte bin dare bûzî

Erê wey le sablaxê derkewtim ca derom deçme lacanê
Mizlêkim nexedeye yekim postî celdyanê
Lêrerat be qurban bê ta degate meydanê
Awrêk le cergim ber bû bo balay neşmîlanê
Ay be hermê be hermê ca deçim hermêt bo dênim
Le taranû tewrêzan kirasî kirêmit bo dênim
Be xiwayş ya be zorî dêm le babit destênim

Erê wey leser balay leylaye bûm be pendî dinyaye
Ca leber giryanû zarî şewû rojim xew naye
Xo minîş wekû mecnûnîm ca nemawim bo leylaye
Ay be hermê be hermê ca deçim hermêt bo dênim
Le taranû tewrêzan kirasî kirêmit bo dênim
Be xiwayş ya be zorî dêm le babit destênim