Mehabad ey mehabad gulî sertopî zewîZyatir le hemû xakêk weber dilan dekewîÇun şarî pêşewaye herdem be yadî ewîBe naheq le darî da be ne’let bê pehlewîSurme lebo çawan xakî berew kolanitBelgeye bo şanazî hîmmetî lawekanitBûye bextû sermeşq bo hemû hawsêkanitXozge carêkî dîke dekirabme mîwanitYek be yek nêwim debird pêkra cêgew mekanitYek be yek nêwim debird cêga benirxekanitSwar espî xeyal debim berew sablax deçmeweGeştî nêw şar lê dedem ewcar degerêmeweDeçme çwarray azadî mandûm dehesêmeweSilaw le taqedarû kanî mam qemberanitCêgay razû nyazin bo kîjû lawekanitMehabad lêm qebûl key be dil bûme mîwanitDeçme ser daşa mecîd berew mehabad derwanimDeçme ser daşa mecîd berew sablax derwanimBelkû bênewe ser hal somay herdû çawanimGer bêtû lêm qebûl key be dil le lat mîwanimMehabad lêm qebûl key min fîday lawekanimSilaw le eshabey sipî mekoy zanaw şa’îranHeqye be xoy denazê ewaney bûne cîranŞehîd mihemed emînû hêmnû hejar sê be sêLe mêje bû çûne bûne mîwanû hawsêHeftaw heştîş mamlê royî ger le kin wan wa hesêHêmin bulbulî gel bû hejar mamostay cesûrŞehîd mihemed emînman be çawêkî terû sûrMamlê le deng xoşîda însanêkî bê qisûrGerçî dû sal nexoş bû wa deynalan le nêw jûDeçme çwarray mewlewî mamlê dêtewe bîrimEger mamlêm le bîr çê lêm helal nebê şîrimDeng xoş bû bo awazê xuda be êmey dabûLe çwarparçey kurdistan ew yekemû tenha bûLe dûy miryem sablaxî, zênebêk le qelatanYa fatmê gerdin kêl mamlê gera wilatanBelam destî nekewt henase serd mayeweBo kin hêmnû hejarî ’aqîbet baydayeweBiçîne budax sultanû bêynewe ser pirdî sûrÊwaran lêy derwanî nîşan deda hezar cûrLawû kîjî sadew pak, pakî be çeşnî bilûrSetî derwa bo ewber setîş deçêtewe nêw jûrQedîm meydanî herdî merkezêk bû le şarîCêgay hesanewey bê bo saxû derdedarîKetûme yadî mamlê hunermendî kurdewarîZor mehale wêney bê le dêhat ya le şarîBerew eshabey sipî têkî na koçû barîBote hawrêy seferî xale hêmnû hejarîDeçme dolî kerwêşkew dêmewe tepey qazîBargew binem lê nawe dekem xudahafzîDerom becêy dehêlim dîsan be heway dîdarRebî herwa bimênê xoşû zenwêrû sazgarEwey dujmin be toye rebî kwêr bê le çawanNêwit herwa berz bê meskenî şêre pyawan