Dîyar Dêrsim

kurmo

Bi dengê: Dîyar Dêrsim
Diyalekt: Kurmancî
246
Kurmo kurmo kurmê darê
Tu dara me tîne xwarê
Te ne şerm û ne fedî ye
Ji koka min derkev derê

Kurmek peyda bû li canê me
Bûye belaya serê me
Wer tîne her qira me
Kurmo

Kurmek peyda bû li koka me
Bûye belaya serê me
Xelk û alem çû ser heyvê
Kurmo

Xwelî li serê me kurda kin
Dikin nakin li hev nakin
Sedan sale tim şer dikin
Kurmo

Xwelî li serê me kurda kin
Dikin nakin li hev nakin
Kurmê nav xwe tim ji bîr dikin
Kurmo
Kurmo kurmo kurmê gemar
Bes e êdî te canê me xwar
Tu caş î li ber derê neyar
Em ji destê te bûne bêzar

Kurmo kurmo kurmê darê
Tu dara me tîne xwarê
Te ne şerm û ne fedî ye
Ji koka me derkev derê

Ax ji destê kurmê dara me
Agir berdaye mala me
Têr nabe qet ji xwîna me
Kurmo

Dijminê me li me dikene
Ji bo kurmo tew ne xem e
Ax lê dayê çi qas şerm e
Kurmo

Dijminê me li me dikene
Ji bo kurmo tew ne xem e
Dinya û alem tev dibîne
Kurmo
Kurmo kurmo kurmê gemar
Bes e êdî te canê me xwar
Tu caş î li ber derê neyar
Em ji destê te bûne bêzar
Kurmo kurmo kurmê darê
Tu dara me tîne xwarê
Te ne şerm û ne fedî ye
Ji koka me derkev derê

Kurmo darê nerizîne
Bes xwîna me birijîne
Dawîya îxanetê nîn e
Kurmo

Kurmo darê nerizîne
Bes xwîna kurd birijîne
Dawîya îxanetê nîne
Kurmo

Bibe gerîlayek leheng
Bi pêşmergekî nav û deng
Bibe kurdekî zor çeleng kurd
Kurdo

Bibe gerîlayek leheng
Bi pêşmergekî nav û deng
Bibe kurdekî xweş çeleng
Kurdo

Kurmo kurmo kurmê gemar
Bese êdî te canê me xwar
Tu caş î li ber derê neyar
Em ji destê te bûne bêzar

Kurmê rezîl
Gelek spas ji bo mamoste Eyyûb Subaşî