Tahîr Tofîq

Cêm Nîye Tya Bisrewm

Bi dengê: Tahîr Tofîq
Diyalekt: Soranî
605
Cêm nîye tya bisrewm xakim beser bê lane xom
Bêkesû bê yarû hawdem bê meyû bê meyxane xom
Yar delên torawe lêm dek butî meyxane xom
Wey be rû zerdî helatûy em kejû kêwane xom
Musteheqî tîrutaney aşnaw bêgane xom

Hatû çoy bê tirsû taney dujminim bû ey bira
Şûşeyî dil wirdû xaş bû berdî cewrî lê dira
Hawdemim naley derûn bû êstê naley lê bira
Êstêkeş bêkes le sahey ’eşqida bê yane xom

Kes le rojanî jyana bê dilû bê meyl nebê
Wek minî bêçare da’îm wa derûnî keyl nebê
Her wekû mecnûnî bêkes wêlî koçî leyl nebê
Rencî ferhadîm beba çû qeysî sergerdanî xom
Musteheqqî tîrutaney aşnaw bêgane xom