Îbrahîm Fetahî

Toz Deka

Bi dengê: Îbrahîm Fetahî
Diyalekt: Soranî
403
Kiştî delêy merezî sipî delêy kaxezî
Daway dû maçim lê kird deygut hetîw demgezî
Be qurbanî çawî bê sed muxazey seqzî
Leser çî le min toray leser çî le min zîzî
Toz deka toz deka tozî nermetoz deka
Eger deçê bo hemam xelkim lê aloz deka
Eger deçê bo kanî cihêlan aloz deka

Erê ho serkurtêy elmanî
Kewtûme sergerdanî webal be estom cwanî
Nayey pêkewe cût bîn serdeştî ya lacanî
Be turcan qayl nabê şerit bê debme bokanî
Toz deka toz deka nexte nexte deka
Eger deçê bo hemam bo kanî xelkim lê aloz deka

Erê malman le malyan dûre
Belekî delêy tûre
Be misqalî defroşê kafrey lexuda bedûre
Qisan deka be zarî delêy ’ûdû sentûre
Daway dû maçim lê kird deygut simêlit zûre
Toz deka toz deka nexte nexte deka
Eger deçê bo kanî bo hemam xelkim lê aloz deka
Eger deçê bo hemam xelkim lê aloz deka

Erê leser kanye kelanter letletim ken be xencer
Seyrî qedem lêdanî wek nîzamî sed ’esker
Hewt firsexim lê dûre hatim be şemendefer
Toz deka toz deka tozî nermetoz deka
Eger deçê bo hemam xelkim lê aloz deka

Erê mangî lenêw westawî
Soney gerdin mirawî kê berdî pê berdawî
Serumalim defroşim eger helbênê çawî
Turcanî bo defroşim şeş dangî şîlanawî
Toz deka toz deka tozî nermetoz deka
Eger deçê bo hemam xelkim lê aloz deka
Eger deçê bo kanî cihêlan aloz deka

Erê xakî dinyam beserî zêrî hejde ’eyarî
Sipî delêy mexmerî
Nawêrim dû qisey pê bikem ewm be derdîserî
Nayey pêkewe cût bîn tuxwa nemkey bêberî
Seferêkim kewte ber geyme dyarû nadyarî
Ewa deçim bo bokan çit bo bênim be dyarî
Toz deka toz deka tozî nermetoz deka
Eger deçê bo hemam xelkim lê aloz deka

Erê hatim le lay oyneçî kes nazanê delêm çê
Kewşekanit demalim bo ser dawetê deçî
Wirdewale heldegirim le dway debim bo çerçî
Toz deka toz deka tozî nermetoz deka
Eger deçê bo kanî bo hemam bo hemam bo hemam xelkim lê aloz deka
Eger deçê bo hemam cihêlan aloz deka

Erê derdit le malim kalê kezyey bendî reşmalê
Pêm ’eybew pêm îrade boy bikem malewmalê
Debro dakit razî ke babit bo min hîç nalê
Sê gez be gezî cola baskim le gerdinit alê
Sê gez be gezî kurdî baskim le gerdinî alê

Erê zêrî hejde ’eyare naybînim carubare
Leylim çarim bê çare rebî lêt mimbarek bê ew kirase gul henare
Ey wey agay le to bê sed car ew şêxey byare
Seqzî bo herzane şeş dangî dîwandere
Toz deka toz deka tozî nermetoz deka
Eger deçê bo kanî xelkim lê aloz deka
Eger deçê bo hemam cihêlan lê aloz deka

Erê le cêwe hey le cêwe le baxekey ber dêwe
Xuda bimkey be sêwê biçme baxel xirêwe
Ey wey firsendî xelkî çibkem zorim dil pêwe
Toz deka toz deka tozî nermetoz deka
Eger deçê bo hemam xelkim lê aloz deka
Eger deçê bo hemam xelkim lê aloz deka