Heme Ceza

Meterêzî Şeref

Bi dengê: Heme Ceza
Diyalekt: Soranî
337
Lêreş le nêw ew lêrû şaxû berde
Lêreş legel ew hemû daxû derde
Lêreş le nêw şorşî xwênawîda
Lêreş leser kewtnû tengawîda
Lêreş le nêw zebrû zengî zalimda
Lêreş le nêw saçmew dûkelî napalimda
Xoşewîstim le bîrim naçî tawê
Demfirênê balî xeyalim tawê

Lêreş le nêw şorşî xwênawîda
Lêreş leser kewtnû tengawîda

Lêreş le nêw şepolî xwênû kefda
Lêreş le nêw meterêzî şerefda
Heçend dûrim belam xoş bê xeyalim
Aware nîm wadezanim le malim

Lêreş le nêw girû agir û asnida
Le beranber tankû topî dujminda
Lêreş le nêw deryay riqî bêbestên
Lêreş le nêw kuranî tole’estên

Lêreş le nêw şepolî xwênû kefda
Lêreş le nêw meterêzî şerefda
Heçend dûrim belam xoş bê xeyalim
Aware nîm wadezanim le malim

Her bîna dît rimî koşkî zordarî
Geyştîne lutkey çyay rizgarî
Netrey nema dujmin leber pêşmerge
Le gişt lawe helatû neygirt berge
Geranewe aware bo cêy jwanan
Giranewe le xene pencey cwanan
Ca ew kate be hetwanî azadî
Sarêj debê birînî namuradî
Ca ew kate be hetwanî azadî
Sarêj ebê birînî namradî
Ca ew kate be hetwanî azadî
Sarêj debê birînî namuradî