Areb Osman

Perêşanim

Bi dengê: Areb Osman
Diyalekt: Soranî
338
Perêşanim min denalênim firmêskî çawan debarênim
Rohî xomim boçîye cwanê leber ewçawey nemrênim
Nazanim çonî bikem çare dermanî ew dile bîmare
Be bêhûde şêtû hejarim be derdî dil wa giriftarim

Delên mecnûn cewrî kêşawe le dway leyla rohî danawe
Ewe leyla koç deka lêre demew payîz xêl berewjêre
Nazanim çonî bikem çare dermanî ew dile bîmare
Be bêhûde şêtû hejarim be derdî dil wa giriftarim

Leber çî bote bulbul wey* çira bot bote perwane?
Hîçkes nazanê derdî min meger ew çawe kalane
Nazanim çonî bikem çare dermanî ew dile bîmare
Be bêhûde şêtû hejarim be derdî dil wa giriftarim

Biryar bû mabeynî minû to bê yek nebîn hergîz cudayî
Wefayekit nebû gyane becêt hêştim be tenyayî
Nazanim çonî bikem çare dermanî ew dile bîmare
Be bêhûde şêtû hejarim be derdî dil wa giriftarim

*= em honrawey wefayye deqî dirûstî bem şêweyeye: « leber çî bote bulbul gul çira bot bote perwane?».

Zor sipas bo xatû leyla