Min biroy peywestî ew nazdare şîrû tîrme
Pirçî lûlû zolfî aloz kotew zencîrme
Sucde birdin bo nîgayek kirdewew tefkîrme
Goşeyî meyxane daym, qujbinî meyxane daym, goşeyî tedbîrme
Şêxî ew pîrû musîne min cwanê pîrme
Nekey hergîz nemamî gul bibête sêberû sayet
Be nînok ger bijarî key be pûlî berhemû mayet
Ey bonî wefaw ’ehde be hîç corê le gul nayet
Heta mawim eçênim towî her xarê le dil şayet
Ke bêy bo ser mezarim damenit bigirin eger mirdim
Dilim her ew diley carane êstakeş enalênê
Henasey sardî nakamî le sînemda etasênê
Eger cwanît serincim rabkêşê megre lêm çunke
Cemalit peykerî vînosî xway cwanîş ecûlênê
Peçet lade bibînim rût emin xo seyrî to nakem
Le rûy to têdegem yezdan çilon nexşî enexşênê
Ke tîşkî roj eda zaxawî pirçî zerdî zêrînit
Lelam qewsû qezeh hîç rewneqû şewqêkî namênê
Temen rû bo xezan derwa keçî gerdûn ewa taze
Le wêraney dila towî gulî dildarî erwênê
Be çeşnê xoşewîstî to le sînew kellema çespa
Meger camî ecel ew tînû tawey lê helêncênê
Dilim her ew diley carane êstakeş enalênê
Henasey sardî nakamî le sînemda etasênê
Eger cwanît serincim rabkêşê megre lêm çunke
Cemalit peykerî vînosî xway cwanîş ecûlênê
Honrawe: #exol