Bax bî bergû berim fesil gelarîjanme
Rûjû şew tenyamû daym xîlê xem mêhmanme
Ta le roxsarim bişûrî gerdê dilgîrîg şewî
Çawerêy hewrê weharim hesretê waranme
Darê xuşkê bî berim kes fikirê isparim nyekey
Baxewan lîm na’umîde newbetê sizyanme
Serçemen xalî le bezmê ’eyşû nûşê ’aşiqan
Çwar fesilim çiẅ yeke daym gelarîjanme