Merziye Ferîqî

Şeş Pepûlekey

Bi dengê: Merziye Ferîqî
Album: Belên bide
Diyalekt: Soranî
662
Şeş pepûlekey goşey baxekem
Her bo êweye ax û daxekem
Her bo êwe lêw be barî xemim
Bulbulî beste û girye û matemim
Her wekû payîz rengzerdî êwem
Daxî derûn pir le derdî êwem
Xemî êweye xew û xorakim
Şewî tarîke rojî rûnakim
Berd esûtênê germî henasem
Be sozî dil û agirî tasem
Hawar û naley mat û bêdengim
Xurpe û lêdanî dilekey tengim
Şeş pepûlekey goşey baxekem

Şeş pepûlekey goşey baxekem
Her bo êweye ax û daxekem
Lew rojewe min dûrim le êwe
Her xom ezanim dil çen peşêwe
Her xom ezanim kam bilêsey xem
Le derûnewe ber bote cesem
Her xom ezanim derdî dilî xom
Tuxwa ba her xom bo xom xem bxom
Her xom ezanim çen be sersamî
Girtûme milî rêy bê aramî
Dest le naw destî dilî rencerom
Be rêy dirkawî meyneta erom
Şeş pepûlekey goşey baxekem

Şeş pepûlekey goşey baxekem
Her bo êweye ax û daxekem
Deste be deste baxewanekan
Egerênewe berew baxekan
Mujde bê mujde bêmewe latan
Ekem bjarî baxçey hîwatan
Şad ebînewe emro ya sibey
Awat, xozge, xew, ebin be oxey
Ejîn jiyanê hemû oxey bê
Herçî pê bilêy xefet ew neybê
Pepûlekanim, pepûley azîz
Wa be ser eçê matemî payîz
Şeş pepûlekey goşey baxekem