Wekû roj ew mehe lew dûre derkewt
Lemêwe eşkû ahî ême ser kewt
Ke ew lêwew didanem dî, be carê
Le ber çawim hemû le’lû guher kewt
Wenewzêkim şewê da, geyîye sermû
Witî: heste, hetawit wa le ser kewt
Le kê ya reb xeberpirsî bikem min
Ke her kes bo xeber çû, bê xeber kewt
Biroy ew şoxe emro têxî kêşa
Necatî da be rehmet herçî ber kewt
Be tîr emro dirî wa herçî pêş hat
Xuda pê dawe her kes ber nezer kewt
Wekû roj ew mehe lew dûre derkewt
Lemêwe eşkû ahî ême ser kewt
Ke ew lêwew didanem dî, be carê
Le ber çawim hemû le’lû guher kewt