Çawerêtim
Degerêytewe... swênd dexom
Swênd dexom... degerêytewe
Ger yek yekîş sinûrekan
Mînrêj biken
Hemû rojê
Legel berîbeyanîda
Berew aso
Le dû dedem dezûy nîgam
Wa hest dekem
To debîte baldarêkî efsaneyîw
Beyanîyek dêytewe lam
Degerêytewe... swênd dexom
Swênd dexom... degerêytewe
Boye eger
Bist be bistî asmanîşt lê bitenin
Hemû rojê
Legel berîbeyanîda
Pencerekan dekemewe
Wa hest dekem
Ke to weku tûlenemam
Beyanîyek
Leber pencerekem derwêy
Be dîwarda heldegerêy
Dêytewe lam...