Ednan Kerîm

Em Dilem

Bi dengê: Ednan Kerîm
Diyalekt: Soranî
271
Em dilem wa dyare meylî rûy gulî yarî heye
Bulbul’asa boye daym nalew zarî heye
Ger ledes cewrî reqîban min binalim heq nîye
Çunke me’lûme ke gul bû, da’îme xarî heye

Wa le ’eşqî pertewî ser kulmî alit çawekem
Sînekem şu’lew bilêsey kûreyî narî heye
Fermû bêre hucreyî dil xelwete bo bezmî to
Xeyrî to qurban ne namehrem ne exyarî heye

Eşkî çawim wa le hesret le’lî lêwit dembedem
Carîyew sûrû swêre, rengî gulnarî heye
Dil le xewfî zulfî to bo gencî rût rêgey nîye
Çunke dewrî ew telîsme cûtê reşmarî heye
Şadndina Deq: Aso Pîrî