Ednan Kerîm

Rojî Tereb

Bi dengê: Ednan Kerîm
Diyalekt: Soranî
275
Rojî terebû feslî gulû wextî behare
Yaran gulekem, kwa ke demî bosû kenare
Gulzarî îrem sûretî zîbay qedî toye
Goşey çemenû rûyî gulû payî çinare

Bew zulfû mujet memkuje herdem be cefayê
Carê le tenafim mede, sed car le qenare
Tîrî mujeket qatle herdem be belayê
Daym le dilî xestedlan pêkî çumare

Sûtawû birîndarmû sewdayîw mestim
Bew perçemû egrîcew bew çawe xumare
Ew xale le ser lêwte cana, çîye fermû
Cêy maçî lebî tahîre nîşaneyî pare
Honrawe: #tahîr_begî_caf
Şadndina Deq: Aso Pîrî