To şî’rêkî le naxmida helqulawî
Her etxiwênmû her etxiwênmû nabrêyewe
Efsunêkî le dilimday
Be hîç hêzêk, be hîç kesêk
Be hîç kesê nakirêyewe
Her firmêskêk le çawanim bête xwarê
Bêguman be le taw dûrî balay toye
Çunke azîz dildarekem bê amêzit
Hengawekan, hengawekanim namoye
Ew kataney ke dildar bûyn
Şî’rekanim qelayêkî polayîn bûn
Bergey azaryan degirtî
Le bîrit dê le baweşî min nebwaye, nedesrewtî
Lew rojewey ke lêm torawîw royştî
Wişekanim hemûy axe
Dilî wêlim wilatêkî bê beydaxe