Leyla Ferîqî

Sefer

Bi dengê: Leyla Ferîqî
Diyalekt: Soranî
301
Wam ezanî ger sefer kem îtir tom bîr eçêtewe
Çîtir regî xoşewîstît le naw dilma wişk ebêw najêtewe
Keçî nemzanî ’eşqit debêtewe tewqêkû dête milim
Zamî dilîş sat le dwayî sat gewre debêw ekulêtewe
Ger dûrîş bîtû netbînim qet sarêj nabê birînim
Tenya her toy nazenînim her bo toye xendew şînim

Becêt dêlim
Dilnyaşim eger royştim serabtirîn jînî dinya le xerîbî çawerême
Becêt dêlim
Ger namoş bûm endêşey tow bîrewerîw yadekanit hemû şewê motekeyew le ser cêma le yad naçê
Le yad naçê
Sîmay mergî erxewanî ’eşqêkî wêl leser rême
Wa eromû serî kasim helgirtuwe hegbey xemim le kol nawe
Dilî wêlim be naçarî be zîndûyî le çal nawe, le çal nawe

Demê sale çawerêmû darî hîwam ber nagrê
Zor le mêje ’eşqî tomû gulî ’umirim çiro nagrê
’azîzekem
Wa eromû hengawekan berew dwawe ram’ekêşin
Yadgarîyekan, henasey bê umêdîm bo hel’ekêşin
’azîzekem
Ger royştîşim legel zerdey êwarana yadî xendem bikerewe
Legel rehêley barana giryanim bênereweye
Legel werînî gelada sozî ’eşqî becêmawim aramgay diley şêwam bo satê beser kerewe
Erom, erom ta egeme ew cêgayey toyekî tir edozme
Yan emcareş be naçarî korpey xozgem be destî xom enêjmewe
Erom ta egeme ew cêgayey toyekî tir
Nardinî deq: aso pîrî
Pêdaçûnewe: goranîy kurdî