Leyla Ferîqî

Bo Dwacare Becêt Dêlim

Bi dengê: Leyla Ferîqî
Diyalekt: Soranî
582
Bo dwacare becêt dêlim sa malawa azîzekem
Şax û gird û herd ekêlim sa malawa azîzekem
Ax bo amancî rojî rûnak
Rêgay tarîkî dekêlim
Becêt dêlim

Deba bimirim le tofanî derdî dûrî ta firsete
Neka bimirim le rojêka ke serim leser sînete
Becêt dêlim
Deba bimirim le rêgay ’işq û azadî dil pir xwêne
Wek şerabî camî bedmest be destî xot bimrijêne

Ger be cil û bergî sipî ax be bê roh hate ber çawim
Belkû bêne şînim yaran, bête giftugo kujrawim
Becêt dêlim
Bo dwacare be cêt dêlim sa malawa azîzekem
Şax û gird û herd ekêlim sa malawa azîzekem
Ax bo amancî rojî rûnak
Rêgay tarîkî dekêlim
Becêt dêlim