Hesen Zîrek

Nîzam

Bi dengê: Hesen Zîrek
Album: Radyo Kirmaşan
Diyalekt: Soranî
303
Werin cergim helbidrin be debanû kuşterî
Çend cêjwanim legel kird wela ber pencerew dûderî
Lêw’al el’an namnasêw pêm delê birader kwênderî!?
Ay nîzam bo xom nîzam lêrekane serbazim mubtelay dû çawî bazim
Ay dilêm bimdeye maçêw seferîm pêm debê lazim
Ay delêm bimdeye maçê rêm dûre debê lazim

Werin cergim heldirn wey deba gyanim rizgar bê
Serû jêr raxerî min her qurû berdû dar bê
Emman her bew şertey min ger çawêkim le yar bê
Ay nîzam boxom nîzam xo min nîzam nîm ’eskerim mubtelay reş esmerim
Leser balay lêw’alê min le dunya derbederim

Werin cergim helbidrin be debanê pir cewher
Ewel lebo lêw’alê xom dûhem lebo reş esmer
Leser balay toye gyan min le dunya bûm derbeder
Ay nîzam boxom nîzam nîzamim kird tewawe lêw’al le min torawe
Kelekey çepim kun bû lêw’al be mist lêy dawe
Selay gewrem lê rabû ew kiçe boçî şemzawe

Hemû cergim let lete birîndarî xencerim
Lêw’al to dermanim ke of cwanê were jûr serim
Be cût destim destoy ken dey derim leser seferim
Ay nîzam bo xom nîzam lêrekane serbazim mubtelay dû çawî bazim
Ay delêm bimdeye maçê rêm dûre debê lazim
Ay delêm bimdeye maçê rêm dûrew pêm debê lazim