Hatewe yadim şewêkî qendîl
Hênaye giryan diley matû dîl
Ew destey lewê befraw eytezand
Dax kirawe lêre be agir
û jîl
Be dem rêgawe be nukte bazî
Pîşanman eda wez’î narazî
Neman’ezanî, çon ebrê wazû
Rêy dûrî berew lutkey hewrazî
Hatewe yadim şewêkî qendîl
Hênaye giryan diley matû dîl
Sermaw hewrazî qendîl pîroz bê
Hemû umêdtan her be newroz bê
Feramoş ebê ew kate herçî
Rojêkî zistan sextû aloz bê
Hatewe yadim şewêkî qendîl
Hênaye giryan diley matû dîl
Qendîl kwêstanî dilgîrî wilat
Her hetaku ab daldetan edat
Îtir dewarî dalde namênê
Taray zîwînî nwê ekirê xelat
Hatewe yadim şewêkî qendîl
Hênaye giryan diley matû dîl
Çendeş mandû bin ehesênewe
Madam be azad ser enênewe
Madam be wîstû arezûy xotan
Destitan be çekî tolesênewe
Hatewe yadim şewêkî qendîl
Hênaye giryan diley matû dîl
Ew destey lewê befraw eytezand
Dax kirawe lêre be agir
û jîl