Aslîka Qadir

Welatê Me Kurdistan e

Bi dengê: Aslîka Qadir
Diyalekt: Kurmancî
243
Welatê me Kurdistan e
Cî û meskenê me kurdan e
Wetan me ra rih û can e
Milet hemû bira ne

Cî û meskenê me kurdan e
Temam bax e û bostan e
Wetan gul e gulistan e
Milet hemû bira ne

Welatê me pir şîrîn e
Mêrg û çîman û zevî ne
Qîz bûkê wê tev cindî ne
Eslê xwe da hûrî ne

Kurdistana me zeynet e
Cimaeta wê pir hurmet e
Temam qedr e û qîmet e
Welatê me cinet e

Welatê me Kurdistan e
Cî û meskenê me kurdan e
Wetan me ra rih û can e
Milet hemû bira ne
Çavkanî: https://www.youtube.com/user/PelRecords