Aram Dîkran

Bisk bitêl

Bi dengê: Aram Dîkran
Diyalekt: Kurmancî
270
Bisk bitêl bisk bitêl
here were bi hêlemêl
Bisk bitêl bisk bitêl
dîsa siba te bi xêr

Sibe ye tavê daye
Bisk û tûncik badaye
Bisk bitêl bisk bitêl
Muhbeta nav dila ye
Bisk bitêl bisk bitêl
here were bi hêlemêl
Bisk bitêl bisk bitêl
dîsa siba te bi xêr

Sibe ye ro germijî
Ez û tu tevda dijî
Bisk bitêl bisk bitêl
Vê hesretê min dikuji
Bisk bitêl bisk bitêl
here were bi hêlemêl
Bisk bitêl bisk bitêl
dîsa siba te bi xêr

Bisk bitêlê delalê
Kerem ke were malê
Bisk bitêl bisk bitêl
Têr nabim rûnêm balê
Bisk bitêl bisk bitêl
here were bi hêlemêl
Bisk bitêl bisk bitêl
dîsa siba te bi xêr

Bisk bitêl keçika rind e
Çîçeka nava gund e
Bisk bitêl bisk bitêl
Serê min jê bilind e
Bisk bitêl bisk bitêl
here were bi hêlemêl
Bisk bitêl bisk bitêl
dîsa siba te bi xêr

Çavkanî: https://www.youtube.com/c/DeutschKurdischesKulturinstitut