Hesen Zyafetî

Qehben Ewaney Pêm Delên

Bi dengê: Hesen Zyafetî
Diyalekt: Soranî
481
Hawar hawar hawar
Her min rencerowe xom
Sedan sale
Le wêranemalî xomda
Kitkekwêrey goşey mitbeqî sultanim
Sedan sale
Hewşuberey xom walaye û
Le ber derkey dizanî xom pasewanim
Her min rencerowe xom

Sedan sale
Wekû çingêk danewêle
Aşî mêjû firêy dawim
Her çwar dewrim şaroçkeye û
Mêrûle demyan tê nawim
Her min rencerowe xom

Min piştêkî birîndarim
Le qamçîy xom raperîwim
Min lafawêkî lasarim
Lew kenarane helsawim
Ke tengyan pê helçinîwim
Nanîşmewe, nanûmewe
Bê aramim
Aramî min çirayek bû
Reşebay dewrim xwênî rişt
Bêbezeyîm
Bezeyîy min zeryayek bû
Bînyan pêwena û helyanmişit

Xwêrîn ewaney pêm delên:
Dan û mêrû biray yekin
Xwêrîn ewaney pêm delên:
Xwên û zerû biray yekin
Xwêrîn ewaney pêm delên:
Masî û çengal
Mişk û cewal
Dest û çizû biray yekin
Qehben ewaney pêm delên
Pet û gerdin
Gwêzan û mû biray yekin

Werin xelke!
Le neçîr û zam bipirsin
Bilên tuxuda
Xencer heye zam tîmar ka?
Rawçî heye neçîr nexwa?
De xelke le ka bipirsin
Qet agirî sardî dîwe?
Le hêlaney mel bipirsin
Benyazî maç
Qet mar demî tê jenîwe!?
De le darberû bipirsin
Tewrî dîwe darbir nebê?
De le kerêkîş bipirsin
Gurgî dîwe kerdir nebê!?

Qehben ewaney pêm delên:
Tewrî biray darîş heye
Qehben ewaney pêm delên:
Marî şîrîn jarîş heye

Salehaye salehaye
Tewnî diro heldebestin kosekanî em dinyaye
Salehaye beqed espêy nîfokanman beqed rişkî tûkeserman
Hewrî belên bem xakeda têdeperê û dilope baranê naye
Salehaye
Bin zimanyan
Hezar û yek zurnay tyaye
Gwêtan bigirin tê nekewn
Peyjekeyan
Dendey rûtî birsîyekane
Wiryay serbanekantan bin sernekewn