Miryem Îbrahîm Pûr

Newroz Nakem

Bi dengê: Miryem Îbrahîm Pûr
Diyalekt: Soranî
191
Emsal bê çya newroz nakem
Bê bonî gya newroz nakem
Newroz nakem
Bê bilêsey sûrî agir
Eger reşbelek toz nekatû
Boxom nebim be serçopîgir

Kizey cergim beyanî zû helmisêne
Zor detirsim
Kewêk, karêk
Gundêk, şarêk
Çemêk, çyayêk
Le bîr kem
Zor detirsim
Darêk, berdêk
Koxtêk, gerdêk
Pince gyayek
Le bîr kem

Beyanî zû helmisêne
Dîsan melê ba têrxew bê
Swêndim be çya xwarduwe
Ke kurdistane dûrekem
Be germênû be kwêstanewe
Bigwazmewe bo xerîbî
Bo jûrekem...
Şadndina Deq: Aso Pîrî
Serastkirin: Çirîkey Kurd