Mîkaîl Mehabadî

Minalekan

Bi dengê: Mîkaîl Mehabadî
Album: Dwayîn Ewîn
Diyalekt: Soranî
282
Minalekan! minalekan!
Ey birsîye jîntalekan
Ey yaxîye jîntalekan
Desgîranim kotrêkî dyarbekire
Hezî le çyaw qaspey kewû rengî* befre

Bo gwastinewey
Zincîrî* çyam qef qef birî
Rojjimêrim per per dirî
Pesaportim?
Awatû zerdexene bû
Kîsêk ke le dergay sinûrim da*
Lebatî maç
Maçî germî desgîranim
Tifî zerdî postalreşêk
Hat, swaxî da nawçewanim!

Minalekan
Ey birsîye jîntalekan
Leser sînge newtawîyekey babegurgur
Nizîk tavgey serujûrî zêrînî gir
Gilkoyekî biçkolem dî lêy nûsrabû a lêreda
Minalêkî çawgeşî kurd
Le birsa mird, le birsa mird
Elêreda minalêkî çawreşî kurd
Le birsa mird

Rengî*= şa’îr «dengî» nûsîwe
Zincîrî*= şa’îr «zincîrey» nûsîwe
Kîsêk ke le dergay sinûrim da*= şa’îr «kildanû kîsêk xene bû»y nûsîwe

Wergîranî deq: https://allekok.ir