Ebdula Peşêw

Rojbaş

Bi dengê: Ebdula Peşêw
Diyalekt: Soranî
446
Rojbaş

Kiçanî sed sal lemewpaş!

Rojbaş

Kuranî sed sal lemewpaş!

Çawerêm ken

Wa tênegen hênde dûrim...

Ew belêney be êwem da

Henûkeş le serî sûrim

Çawerêm ken

Nabê

Naşê netanbînim

Mepirsin key

Mepirsin çon

Guman meken le zivrînim

Lewaneye

Rojê newroz wek pincêk gya

Leser girdî «mela merwan» bijyêmewe

Renge şewêk

Legel tîşkî birûskeda

Daperme xwarû bêmewe

Bênêk wekû tapoy ala

Le ber çawan bişnêm

Lewaneye

Her dway rêjnebaranêkî serbeklawe

Le dawênî espîndarêk

Wekû kargêk helbitoqim

Ya le deştî «kawleqerac»

Şîn bim wekû gulecoyek

Ya le germey reşbelekda

Bitirincême naw aporew

Lepir bême destî doyek

Rojbaş

Kiçanî sed sal lemewpaş!

Rojbaş

Kuranî sed sal lemewpaş!

Ke mintan dî

Bangim biken

Bo ser sifrey pirî xotan

Min dilnyam

Nanî êwe tamî xwênû rondik nada

Ba şewêkîş be aramî

Binûm lenaw pêxewtana

Lem jîneda herçend geram be dinyada

Pêxewî min

Ya kelekî ser şepol bû

Ya likêk dar leberdemî reşebada!

Lêm gerên carêk

Le çeqî rêge be rojî rûnak

Le tirs reha le tane bêbak

Têr awêzanî kiçekurdêk bim

Henasey bonî nêrgizî lê bê

Berî destîşî tamû bonî xak

Rojbaş kiçanî sed sal lemewpaş!

Rojbaş kuranî sed sal lemewpaş!

Tika dekem

Bo ew roje

Rojî zivrîn ya daperîn

Rojî şînbûn ya heltoqîn

Pesaportêk bo min danên

Girîng nîye!

Ba estûr bê ya tenkoke

Ba lakêş bê ya çwargoşe...

Girîng nîye!

Çonî delên ba awa bê:

Zerd bê

Sûr bê

Şîn bê

Mor bê

Ya reşêkî wek qetran bê...

Lem jîneda be hesret bûm

Tenya rojêk

Pênasêkî zêdî xomim le gîrfan bê!

Rojbaş kiçanî sed sal lemewpaş!

Rojbaş kuranî sed sal lemewpaş!
Şadndiyar: Aso Pîrî
Serastkirin: Çirîkey Kurd