Qet nedey azarî gyanî mestû bêdaranî şew
Xot nexeyte ber şepolî eşkî bê payanî şew
Ey kiçî xwawendî cwanîw ey çiray dîwanî şew
Xow biparêze le ahî dil birîndaranî şew
Nek xwa nakerde gîra bê du’ay nalanî şew
Wêlmû tarîke dewrim ferşî rêgem meynete
Bêkesim tenha enalim mergî xomim ’ezrete
Sazî ahengî şewanim sozî cergî let lete
Yawerû yarî enîsim ahû eşkî hesrete
Aferîn hey barekella dîdeyî giryanî şew