Şêrko Bêkes

Goristanî Çirakan - Beşî Pêncem

Bi dengê: Şêrko Bêkes
Diyalekt: Soranî
681
Serinşînî qaflekan kemêkyan nebê ewanî tir negeranewe. heyran bêjêkî agir
le roh berbûy ’aşiq, heyranî enfalî xulqand. nezmêkî nwêy muturbekiraw be janû hesretî lawik. hendê nawyan lem beyte tazeye na «heyawik».
Çirîkekanî le nêwan beytû dastanû ’eşqû dabranû xerîbya hir carew le sîley xemêkewe balî egirt. le şewêkî mangeşewî êcgar xamoşa, ke tenyayî le mang reng perîwtir bû, heyranbêj leser qelay hewlêrewe beramber xermaney xolemêşî mangû rû le başûr, wirde wirde seday ekewte şeqjin. balindey çirîke berewxiwar efrîw le gêranewey çîrokekeyda, nime nime xwên le jêkanî dengî etkaw dane dane wişekanî da’egîrsaw wênekan ebûn be şara bo pepûlew yadgarîş be xolemêş...
«heyawik» eyut:
Lew xware, nizîk be tengey estûrî «si’ûd» nizîk hetawêkî nexoşî nawçewan kilpedar ke berdewam
Wirêneyêk lenaw limda be «ba» eda
Lew xware, nizîk qyametû nizîkî ’edem
Her be tenîşt, mêjûyekî kerû kwêrewe
Lew xware, lewênderê
Ke deştû der nezoknû serab padşay wilatêke le tînûyetî ebedî
Takû tera balney wecax kwêr qîreqîryanew lêrew lewê, le hêlaney xolemêşa
Helkurmanû be tenha her asmanî rabirdû
Xewnî mirdû
Yadgaryane
Lewênderê le qaqrê
Emcareyan, xol emnûsêtewe
Çal emxiwênêtewe. emcareyan, lewênderê
Lew sehrayanewe ke her zêdî «se’îr» bûn
Nîştîmanî mencenîqû memleketî sunnew kullew zêdî ’agul, zêdî xwênû kîfî kîney yekdanewey
Hozî xedrî şimşêrû şîr bûn!
Lew sehrayanewe, «ba»yêk hel’eka
Be wijewjî afatewe, zerd, zerd
Le limozî
Dûrgeyekî awsawewe
Lew xwarewe, lûreyêk dêt
Lûreyêkî girê girê
Givegvî pire le lim
Pire le zamû weyşûmew pire le gir
Lew sehrayanewe hawarê dê, qetranîyew sûkeleyew ranawestîw le xardayew dirêj dirêj ebêtewe
Heta naw kostî em befrew heta lay min
Hawarê le êskû piruskewe, tîj tîj
Hawarê le rîzeçalewe, qul qul
Emcareyan xol emnûsêtewe:
Çi defterêkî berînî heye em xwawenî lime!
Defterê estûrtir le nawqedî dozexû tomarê panû portir le zeryay ’erebû
Hîkayetê le kenîzekî naw «xena’im» be apûretrû leşkirê le şaremêrûley hîcaz zortir
Xol emnûsêtewe
Bew zimaney ke xuda
Heşrû neşrî benî ademî pê eka
Bew zimaney tole tya ezêw bew zimaney agir
le pelkegya muturbe ekaw bew wişaney le qafleyêkî dirêjî huştirî dûsenemî barkirawnû rojgar kawêj ekenewew rûyankirdote berde reşekey ke’bew ’egalî
«qe’qaq» cilewgîryane
Lew xware berdewam xol emnûsêtewe
Her wekû çon tewr dar binûsêtewew her wekû çon, kulle gulegenmû tor masî binûsêtewe
Lew xware xol emnûsêtewe
Merg roj kwêre!
Ew her le şewezenga emxiwênêtewe
Ne çiray ewêw ne mangeşew
Çiray ew milmew mangeşewî ew mehaqî serim
Ew berdewam bew deycûre emnûsêtewe
Ne qaçî herfe kufîyekanî têkelû pêkel ebnû ne heleyêkî nehwî ekatû ne pencey eşlejêw ne
Çaledêrê eperênêw ne xakenazê xedir be xesar edaw ne sil le xudaw ne sil le newedû no nawekey
Tirîşî ekatewe!
Lew xware xolû çalû bagjeyêk le ’edem emnûsêtewew emxiwênêtewe
Ew xware, mûbemûy cestey minî lebere
Fena bûnî minî le xoya derx kirduwe
Birînewey minî le çingya xetim kirduwe
Le çeqî hemû bizeyêkî, minale bedbextekema
Derzîyekî danawew le sererêy hemû wişeyêkma qemeyêkû le naw nizarekanû zawzê kejîşmana
Gîjelûkeyek jehir!
Lew xware, tepû tozê le tendûrey xola
Ne hêştûyetî aw çawî bibînêw ne taqe pepûleyêkîş bê be ’aşiq
Tendûrey xol emxiwênêtewe
Dengim teyrêke mirdû
Le hawarma, hawar exnikêw le bêkesîma çolewanî sersamew le qîjema xwa legel tîlmaske nûrêkî
Sipîda dête derêw awêtey firmêskî daykmû çyam ebê le qîjema xudawendî «ba» eşlejê
Le tenyayîma tenyayî zorcar enwê
Belam «e’rab»
Wextê edwêm
Ewanû byaban, nazanin xuda «ella»yew
Nazanin «aw» çîyew? «daye» çîyew be tenha fenabûnî minyan le xoyana xetim kirduwe!
Çend zelîle
Em cesteye
Çend tenyaye
Zirîkemû çend bê xeme byabanû çendîş kilole xerîbîm!
Xew nebûn, kîjole xew nebûn
Ewe rez bûnû emirdin
Ewe aw bûnû emirdin
Ewe berd bûnû şil ebûn
Ewe gom bûnû req ebûn
Xew nebûn kîjole xew nebûn
Ewe destî serguzşitew
Xeyal nebû kîjolekem
Ewe destî nîwey dinyaw
Nîwey dewletû qanûn bû ke ehatû
Toy exsite zîlêkewew
Dûr eybirdî
Ewe nîwey bilîmetîw nîwey ’eqlû
Nîwey zanay cîhanê bû
Beyekewe legel «muntesîr bîllada»
«ba»y bogenyan bo helkirdî
Xew nebûn kîjole, xew nebûn
Kilo xelûze sardeke
Ewe memkêkî daykit bû
Topele sûre germeke
Ewe demaxî bawkit bû
Xew nebûn
Kîjole xew nebûn
Ewey karjolekey toy xward
Ewey mirawîyekey dizît
Ewey mamzekey birdî
Ewey çîrokekey kuştî
Gurg nebû kîjole gurg nebûn
Ewe hîkayet nebûn bot bikem
Şê’ir nebûn bot rêk bixem
Ewe dewalî mêjû bûn
Ewe weqasû se’d bûn
Lay xelîfewe hatbûn!
Xew nebûn kîjole, xew nebûn
Wekû pirçû zerdexenew gwarekanit
Heqîqet bûn! xew nebûn, hergîz xew nebûn
Ey be çawî xot netbînî
Gulekan çon le tirsana rayan ekird
Biniçkekan hel ehatin
Ey be çawî xot netbînî
Kerwêşk xoy ekird be peyker!
Hetaw xoy ekird be sêber!
Ey be gwêy xot gwêt lî nebû
Lew êware besameda
Segekeman kewte qesew belam merd bû
Witî çî eken ba bîken belam min nabim be be’sî
Xew nebû kîjolekem, xew nebû
Ey her leber demta nebû
Le dway leber demta nebû
Le dway naştinî helebce
Estêreyêk be mîwanî
Estêreyekî mirovdost
Hate heywanû qeyrê legelmana giryaw
Înca royştewe bo asman
Xew nebû kîjolekem, xew nebûn!
-egerêmewe byaban
Qaflekeyş be betalî gerayewe bo kurdistan
«topzawa» barî heyew dîsanewe çawerwane topzawa barî heyew barî qurse
Barî janû barî qîjew barî nûze
Ew wextey ebin be rejû! barî giryanû tenyayî wextê ebin be koterew be sûtmakû wirdeşûşew ew deştû dere pir eken, barî zûxaw wextê ebê be qurquşmû barî zûre zûrî mindal, wextê swêyan ebêtewew ewerênû îtir ebin be xezanû be gelay dar barî salekanî ’umrî pîrêjnû barî kiçe ’azebekan, barî ew hemû cwanîye wextê ebin be mirwarîw bar ekirên bo şêxekanî naw xelîcû bo bazarî ’erebistan
Barî herîrî cestey kîj
Bo dîwexan
Barî pemûy bêwejnan
Bo reşexelk
Barî kewlî pîremêrdan
Bo kargekanî debaxî
Lemser xalîye qaflew lewser pire le estêrew le goranîw le çirakan
Ey ademîye befrînekan!
Le kwêwe geyştine em lêwarî se’îrane!?
Çi karwanserayekî dirêje em dûkelî seferane!?
Erê hîçtan lebîr neçuwe!?
Dilope firmêskê?
Axêkî nêw loçî temî!?
Xozgeyekî sîs!?
Barjinî askê!?
Qaspey kewê!?
Erê hîçtan lebîr neçuwe!?
Peletan bû. ew demey xewtan becêhêşt!
Peletan bû, pêtan nekira
Ne silawê le dirextê
Ne awirdanewe le nûzey rezê
Pelebûnû bê piryaskey mal awayî
Be bê wirte. bê çirpeyek
Pelebûnû hîçtan nebird
Legel xotan:
Ne kolepşitê
Ne buxçeyêk
Ne cantayêk
Ne miştê mêwjû ne basuqêw ne çend berûyekû ne çend keşkêw ne tozê gezow ne hendê reşkew
Hîçtan nebird. ne nanî sacêw ne memkemjey ew sawayew ne bûkeşûşekey baweşîw ne het hetoke
و ne taray bûkêw ne awêneyêkû ne goçanekey bapîrêw ne dermanî sik êşekey «pûre ecê?»
Ey başe çîtan hênawe bo seferê!?
Be tenha pêstî leşû pirçû qijû cilkeşrê!?
Axir nakirê her wa be destî betal
Biçne hizûrî yezdanê lewê
Ey çipkegulê bo baregay perwerdigar!
Ey baranî hewrê bo pêxemberî byaban!
Ey le zinwîrewe taşebefrê bo xelîfew bo hezretî walîş hendê rêwasî kelîxan!
Peletan bû
Ne «ba» le sertan rawestaw ne çirîkey zîlû ne carnamey mafî mirovû ne kongirey muslimanan!?
Ey ademîye befrînekan!
Le kwêwe geyştine rojî heşrû berdemî qapî qyametê!
Le kwêwe geyştine em deştî ’edemew be kam pilingî baldarû be swarî balî kam
Firîştew perî, geyştine hewt tebeqey asmanû berdem ’erşekey xudaw çûne serê
’eşamatê ’eşamatê
Le ’ebdî yezdanû le ometî cinokew xêlî gumrahû xelkî kafiristanê
’eşamatê ’eşamatê
Qafleyêk le carîyew le sebayay pakîzekanî çyaw befrê
Apûreyêk le gunahekanî hejarîw
’eşamatê ’eşamatê
Le ehlî dozexû le regezî gerugulî naw mecûsê!
Çend zelîle em heqey min
Çend gunahe bê gunahîm
Çend riswaye zimanî şax
Çende tebayn minû mergû ke şew dahat
Segelî reş yek ledway yek çon emanxiwat!
Ay ke tenyam
Çende tenyam
Çende çende çende lem wexteda
Le to tenhatir xudaye
Le to bêkestir xudaye
Tenha kurde!
-pakîzekan
Mangeşewe xolawîyekan
Her şewekî le nêwanî
Zirêpoşû bengeleda
Le ber şewqî gilopî tîjî zîlekan
Rîz kiranû le nêrînekan dabran
Le yektir cwêkiranewe
Gulekanîş bo çend carê tiljên kiran
Gulekan awyan nexwardibowe
Laremil
Wek hêroy milişkawî berdem reşeba
Le naw çire temêkî xolemêşî «topzawa» egryanû hel’eqirçan
Eparanewe le xuda elalanewew xwazyar bûn
Qudretekey «kun feyekûn» pyade bikaw erz kun kaw qûtyan bida
Pakîzekan bînî aw nebûn elerzîn
Befir nebûn etwanewe
Agir
nebûn esûtanû payîz nebûn ewerînû şûşe nebûn her eşkanû pakîzekan çawêkyan her le
Rêy xudaw geyştinî qudretî bû
Çawekey tiryan her leser
Leşû larî bê perjînû cestey bêkesî xoyan bû
Pakîzekan lew sateda
Le dar henarî melûlû le rîşoley naw tor eçûn
Lew sateda hîç şitêkî sipîw bêgerd lewê nebû:
Neyek dilop le nûrî xwaw ne tîlmaskê le rohî keskî baranû ne yek şineşnî heqû ne yek pirje
Pirjî şê’rû ne yek lerelerî hestû ne kewçkêk le bezeyîw ne yek qulanc lêburdnû ne yek pyale
Qisey şîrîn!
Lew sateda ewey lewê bû her tirsû temû deştî xolemêşû herbey zimanî ’erebîw rîzebermîlî
Pirkiraw le corekanî mirdnû ewey lewê bû her xedrî newtawî bû
Ewey lewê bû be tenha textesrî sirînewey demû çawmû sirînewey şaxû daxû sirînewey dengû
Rengmû ewey lewê bû dirêjey gêranewey heman heman heman
Qîjew zirîkey xwênawî sebayekanî naw dengî «teberî» bû!
Miryemekan be tenha şermyan le cestey bêkesî xoyan ekird
Le dilewe bangî mirdinyan ekird: firyayan kewê
Belam mirdin xoy ne’ehat!
Rawçîyekan le serumlewe ta nawqed
Berazî şifredar bûnû nîwekey tirîşyan ademî bun
Emin demgot
Xewêkim dîtye sor sor
Lew xeweyda
Şengebêrî karmamzê bejin ’er’erî
Le dûrewe ra, le sehray xerîbyewe ra
Hatbûnewe marê!
Yekek bibuwe reşe rêhanêw
Ewî dî bibuwe gurî dar qezwanêw
Yekekî tiryan bû be zine’awî bin şaxan
Weylê
Weylê
Weylê
Emin demgot lew xeweyda
Erê kîjan! lo sefertan
Hênd tulanîdaw le kênderê bûn, baban wêran!
Çi bû!? çitan dî!? çitan kird!?
Erê kîjan
Lewênderê, le qyametê
’aşiqan çi deken!?
Ewanîş deçne beheştê!?
Xo lewênderîş narenar naken
Le des xedrû xedarê
Emin demgot lew xeweyda
Xudaye!
Ewî xewî rastibêw
Kîjan hatbinewe marê!
Weylê
Weylê
Weylê!
Way le kîjanê, way le heyranê
Way le afatî dewrû zemanê
Way le xurbetî nêw byabanê
Way le şewanê ke mang tya emrêw
Befrî kêwanîş çi pênazanê! way le miryemê
Way le pakîzê
Way le sûtanî rohî azîzê
Weylê
Weylê
Weylê
Weyl!

Girejo: gelarêzan
Giragir: kilpew bilêse
Gijgije: pûşû pelaşî ba birdû
Çikçike: dengî dilopekirdin
Gapêl: gewey pêçî şax
Giradav: awî bexur ke xul exwa
Garo: hêlaney mel le kunî dara
Tutak: core kotrêke wekû qumrî
Pijal: likî herebarîkî dar
Meral: ask, mamz
Pasfinde: gendel, rizîw
Dewal: dizî şew
Tirûm: nejad, regez
Girimjin: dengî rûxanî gewre
Esyar: êşkigrî karwan
Zîgar: şewnşîn
Giç giçe: lerzînî dar
Zaxan: rêy berdelan
Tapaz: zebelah, hêzdar
Pirûke: dengî wirdî befirbarîn
Tiljîn: helbijardey herebaş
Bindîn: textayî binî rûbar
Bin bîv: jêr zewî
Şadndina Deq: Aso Pîrî
Serastkirin: Çirîkey Kurd