Destim gutye pencekanim:
«ba le meydan bitanbirn
Belam hergîz netankirn»
Demîşim gutye zimanim:
«min be dirêjî to dexurim
Meprîngêwe bi’engêwe!
Seruber bikey detbirim»
Geram sûram be dinyada...
Çend şar wîstyan kiç asayî bêne destim
Belam bûkî dîlî asya neyhêşt şayî legel hîçyan dabbestim!
Rojbaş pencekanim rojbaş!
Sipas pencekanim sipas!
Heta emro êwe çend car çûne meydan
Dirane ber şîrû tîran
Birîndar bûn gilane xwar
Belam be dîl qet negîran!
Rojbaş zimanekem rojbaş!
Sipas zimanekem sipas!
Ta êsta çend carit bezand
Kewşenî pawanî gewran!
Çend car be naw kêrdelana riçet şikand
Kewtîte kemînî tewran!
Çend car derzî’ajin kiray
Le xaçî rastû çep diray!
Belam sipas
Sipas ke to her zimanîw
Destit neda karêkî tir
Her kilîlî serî xomîw
Neçûyte naw zarêkî tir
Sipas ke to lenaw sengerî demmida
Çekî «na»t her le ser pêye
Le katêkda dest bo çeplew
Demîş tenya bo «belê»ye!