Le boy zulfî to meftûnim, meftûnim ey gul
Le rengî rûy to dilxûnim, dilxûnim ey gul
Minî ’aşiq le ’eşqit bêqerarim
Eto wek leylû min mecnûnim ey gul
Were rojê ke dîdarit bibînim
Be dîdarit xerîkî gulçinînim
Lelam bê dabnîşe mangû salan
Heta têrit bibînim nazenînim
Be ser rûta zulf qep qep rijawe
Kewa sunbul be gul têkel kirawe
Perêşan çon ekey to tarî zulifit
Be her tarê dilê helwasrawe