Çopî Fetah

Çît Naw Binêm

Bi dengê: Çopî Fetah
Album: Çît Naw Binêm 2003
Diyalekt: Soranî
319
Xoşewîstim çît naw binêm
Katê ’eşqit wek agir
ew
Hemûsatê esûtênê diley bê cêm
Rêbwarêkî mandûnenas, wêlû tenyam
Bo kwê eroy be şwênta dêm
Ger win bît lêm egirim şwên pêt
Wek perwane be şwênta egerêm
Be şewanîş wek xermane dewrî mangî gonat ekem
Wekû karwançîyêkî wêl berew lat dêm
Berew lat dêm

Hewargey min çawekante katê hatim mepirse lêm min çîmû kêm
Belê gulim be tenya to çawekanit bo min bote hewargew cêm
Ger win bît lêm egirim şwên pêt wek perwane be şwênta egerêm
Katê hatim romanî xoşewîstîmit bo bas ekem
Ne rûy xotim lê wergêre ne dergay dilit daxe lêm
Heta witim gwê bigre lêm ziman şika
Mangû xorû ta estêreş hatne tika
Hetakey le dût bigerêm bese çîtir
Çawim bote gomî xwênû le cûleş kewtûn destû pêm
Ger win bît lêm egirim şwên pêt
Wek perwane be şwênta egerêm
Ta key ta kwê be şwênta bêm!?
Şadndina Deq: Aso Pîrî
Serastkirin: Çirîkey Kurd