
Bew binîşe lam ezîzm badenûşî ser bikeymin
Kîneyê dîrîne we mey le dilê yek der bikeymin
Xuseyê dil nagiranî weser xem bişkinîmin
Lîwê xuşkiman le badey kamiranî ter bikeyimin
Şaxe şaxe xweş biçinîm gul le bax dil newazî
Damen dil meşk baxê laleyê ehmer bikeyimin
Ne’reyê mestî bikîşîm badenûşî ser bikeyimin
Le gulbangê aşiqane gûşê dunya ker bikeyimin
Bew binîşe lam ezîzm badenûşî ser bikeyimin
Kîneyê dîrîne we mey le dil yek der bikeyimin
Xuseyê dil nagiranî weser xem bişkinîmin
Lîwê xuşkiman le badey kamiranî ter bikeyimin