Ebdula Peşêw

Kak

Bi dengê: Ebdula Peşêw
Diyalekt: Soranî
417
Pêş ewey bême berdemit
Kam bîrî cwan xurpedare
Kam dêr helbest zor bekare
Şaney dekem wek perçemit
Le mawey çawquçanêka
Hezarû yek xewnî şîrîn
Demken be mem detken be zîn!
Le xeyalma
Payîz beharî lê detkê
Dirextî rût
Gelay sewzî pêwe delkê
Belam sed ax ey derûnpak
Katê bangim dekey be «kak»
Kak wekû mar
Berew gwêçkem gîngil deda
Ke dême go
Xoy le zimanim lûl deda
Hêdî hêdî
Qûtim deda
Kifnî zerdî na’umêdî
Min le diltam
Le derûntam
Le gilêney çawî rûntam
Şerim meke!
Be nawî rût
Nawim bêne pir be gerût
Ba le yektir aşkira bîn
Ta key lenaw agir
a bîn?
Ne to xuşkey ne min kakim
Xoşewîstî derûnpakim!
Şadndiyar: Aso Pîrî
Serastkirin: Çirîkey Kurd