Ebdula Peşêw

Qefezperist

Bi dengê: Ebdula Peşêw
Diyalekt: Soranî
394
Melêk heye seyrû sobet
Kê nawekey bom heldênê?
Baldarêke bê qefezû qefezewan
Ne hîç deçê be qurgîda ne dexwênê
Baldarêke
Şûlekanî qefezîşî bo helbirît
Rehaşî key
Hênde naba her xoy belez
Firke deka
Pêçêk dedaw deçêtewe bo naw qefez!
Bîr le hemû baldaranî em dinyaye bikenewe:
Baldarî deşt
Baldarî şax
Baldarî naw dewencarû bêşew çuxurd
Hî berzefir
Hî newîfir
Hî goştixore
Hî danxore
Yeke yeke diriştû wird
Melên nîye!
Min melêkî wa denasim
Ke pêy delên serkirdey kurd!
Şadndiyar: Aso Pîrî
Serastkirin: Çirîkey Kurd