Ba kes rexneyan lê negrê!
Herçî deyken, pake wek nwêj
Herçî deylên, wek gewhere!
Dyalêktîk, sermayey markis
Fermûdey «maw» yan lebere!
Ewrûpayan hemû dîwe
Ke dêne go bo rojnaman;
Peyvêk zêrew yekêk zîwe!
Lenden, parîs, enqere, şam
Yeke yeke paytextekanî henderan
Şarezatirin le şêxellaw sabûnkeran
Çak dezanin ke ewrûpa boyaxçî pisporî dewê
Bo meyxanan pyalew hîrbaşorî dewê
Bo kolkêşî
Bazûy zor betînî dewê
Kurdî çyayî nawlep zibrû
Şanû pîl berdînî dewê!
Ba kes rexneyan lê negrê!
Deyannasim
Le pakîda, çakû pîrin
Le jîrîda, enîştayn şagridyane hênde jîrin!
Şarezay mêjûy cîhanin
Kun be kun, kelên be kelên...
Sitratîjî dujmin teqey bê
Cibexaney taktîk pire
Mexzenêkî pêwe denên!
Deyannasim!
Le pakîda, çakû pîrin
Le jîrîda, enîştayn şagridyane hênde jîrin!
Byanbînin!
Bizanin le pênaw ême çend bêtûkin
Çend perpûtû rûtû gedan
Çon şewû roj tenya le bîrî ême dan!
Bawer biken
Herçî deyken bo êmeye...
Bawer biken
Herçî deylên bo êmeye...
Her bo ewey lem azare rizgarman bê
Her bo ewey xoşawî şehadet fir keyn
Her bo ewey
Xwên wekû nan giran nebêw
Hemû cêyekî lê pir keyn
Yekêk dênin qirman bika
Eger nehat?
Fêrman deken yektir qir keyn!
Ba kes rexneyan lê negrê!
Şwan her şwane...
Pez her peze, heta demrê...
Ba kes rexneyan lê negrê!